Sînorê Raperîn-Silêmaniyê ji hewayê ve bombebaran kirin

.

Hat ragihandin, derengiya şeva borî navçeya Pişder a girêdayî rêveberiya Raperînê û sînorê herêma Silêmaniyê hatin bombebarankirin.

Li gor zanyariyan, derengiya şeva borî sînorê bajarokê Eswa yê navçeya Pişder a ser bi rêveberiya Raperînê û gundê Gîlala yê ser bi navçeya Şarbajêr a Silêmaniyê ji hewayê ve hatin bombebarankirin.

Hat zanîn, dengê balafiran li navenda her du navçeyan tê bihîstin û balafir li Ranya nizm difirin.

Hate hînbûn ku balafiran gelek maşîne kirine hedef.

Derbarê ziyanên canî û madî yên di bombebaranê de ti daxuyanî nehat dayîn.

Di 27ê Tebaxê de jî di encama bombebarana balafirên bêmirov ên artêşa Tirk (SÎHA) de 3 endamên PKKê jiyana xwe ji dest dan.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle