Sînorê bakur û rojhilatê welêt: Dîwar tê lêkirin, xendek tên kolan

.

173 kîlometreyên wî dîwarekî xelas bûne ku Tirkiye bi hinceta ewlehiyê di navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê de lê dike.

Ev çend sal in ku Tirkiye li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê di navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê de dîwarekî lê dike.

Tirkiye vî dîwarî bi hincetên ewlehiyê lê dike û her du parçeyên Kurdistanê yên ku bi têlan ji hev hatibûn veqetandin vêca bi dîwarên betonî yên bi têlên bisitrî pêçayî ji hev cuda dike.

Medyaya fermî ya Tirkiyeyê got ku 173 kîlometreyên dîwêr qediyane.

Armanca Tirkiyeyê ew e di navbera Wana Bakur û Urmiyeya Rojhilat de dîwarekî lê bike ku dirêjahiya wî 295 kîlometre ye.

Di heman demê de 347 kîlometre xendek jî hatiye kolan.

Tirkiyeyê kamerayên termal û dûrbînên şevê û gelek birc jî li ser wî dîwarî danîne.

Kurdistan Haberleri

Xalid Ezîzî: Ji bo cihgîrkirina demokrasiyê li Îranê de em bi hemû aliyên re di diyalogê de ne
TAYBET - Dr. Areş Cewdekî: Diyasporaya Îranî hebûna Kurdistanê red dike
Bavê Felek 37 sal berê xatirê xwe xwest û ji nav me bar kir
Li şûna Heşdî Şebiyê artêş li sînorê Herêma Kurdistanê hat bicihkirin
Amerîkayê bangî karmendên konsulxaneya xwe ya Edeneyê kir: Derkevin