Sine | Rejîma Îranê ji 7 aktîvîstên Kurd xwest ku bên dadgehê

.

Hat ragihandin ku rejîma Îranê, li bajarê Sineyê yê Rojhilatê Kurdistanê, bi hincetan “têkdana ewlehiya giştî” ji 7 aktîvîstên Kurd xwestiye ku bên dadgehê. 

Dozgeriya rejîmê ya li bajarê Sineyê yê Rojhilatê Kurdistanê, duh li 7 aktîvîstên Kurd ku mamosteya Kurdî Zara Mihemedî ji di nav wan de ye, lêpirsîn da destpêkirin û ji wan xwest ku bên dadgehê.

Navê wan çalakvanan ku ji wan tê xwestin bên dadgehkirin wiha ye: Sohrab Celalî, Kemal Fekuryan, Moxtar Esedî, Fatemê Zendkerîmî, Cemal Esedî, Cemîl Emîn û Zara Mihemed.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle