Sîmir Rûdanî ji bo strana “Aliyê Din” klîbek weşandiye

.

Strana “Aliyê Din” di albûma duyem a Sîmir Rûdanî de bû ku navê wê “Kevî” ye.

Sîmir Rûdanî ji bo strana xwe ya bi navê “Aliyê Din” klîbek weşandiye. Strana “Aliyê Din” di albûma duyem a Sîmir Rûdanî de bû ku navê wê “Kevî” ye.

Derhênerê klîbê Sabahattîn Çelîk e û klîb li Bûrgazadaya Stenbolê hatiye kişandin.

Sîmir Rûdanî gotinên stranê nivîsandine, muzîk jê re çêkiriye û her weha aranjeya wê kiriye. Rûdan stran bi hevkariya muzîkjenên mîna Tûrgût Alp Bekoglû û Îsmaîl Soyberkî amade kiribû.

Klîba navborî li ser hesabê YouTube-ê yê Sîmir Rûdanî hatiye weşandin.

Derbarê Sîmir Rûdanî de

Sîmir Rûdan sala 2013an albûma xwe ya yekem “Bi Çîrokî” bi derhêneriya Ayhan Orhuntaşî derxistiye. Di sala 2015an de bi strana “Berfîn” beşdarî albûma “Peşk”ê bûye ku ev albûm ji bo bîranîna helbestvan Bro Omeriyê ji aliyê Kalan Muzikê ve û bi hevkariya gelek muzîkjenan hatibû çêkirin.

Muzîkjenî albûma xwe ya duyem “Kevî” di sala 2019an de derxistiye. Ji sala 2015an vir ve li Stenbolê dijî û niha ji bo çêkirina stranên nû di nava hewldanan de ye.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin