SILÊMANÎ - Pêşmergeyan 2 dron xistin

.

Li Silêmaniyê hêzên Yekîneya 70yî ya Hêzên Pêşmergeyan ragihand ku wan 2 dron xistine xwarê.

Li gorî agahiyên ji rayedaran, dronek li taxa Taslûceyê ya Silêmaniyê û ya din jî nêzîkî baregeha Yekîneya 70ya Hêzên Pêşmergeyan ket.

Dron li nava malan ket û bû sedema tirsa xelkê.

Berdevkê Yekîneya 70yî ya Hêzên Pêşmergeyan Ehmed Letîf di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand:

“Dronek li Taslûceyê û ya din jî nêzîkî baregeha me ket.”

Dîmenên drona ku li Taslûceyê ket li ser medyaya civakî hatin parvekirin.

Di dîmenan de dengê teqîneke mezin tê bihîstin û piştre agir bilind dibe.

Nûçegihanê Rûdawê Pêşewa Bextyar ragihand ku di bûyerê de ti ziyanên canî çênebûne.

Şahidekî bûyerê diyar kir ku di dema ketina dronê de li herêmê tirseke mezin çêbûye û got, “Jinek ji ser hişê xwe çû û tîman bi ambûlansê birin nexweşxaneyê.”

Piştî bûyerê hêzên ewlehiyê li herêmê dest bi lêkolîneke berfireh kir.

Hîn ne diyar e ku dron yên kê ne û ji kû derê hatine avêtin.

Kurdistan Haberleri

Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle
Hikûmeta Herêmê: Bexdayê encamên serjimêriyê bi yekalî guhertin û rêjeya Kurdistanê daxist
Wezareta Pêşmergeyan: Êdî parastina asmanê Herêma Kurdistanê erkê Îraqê ye