Silêmanî: Hejmarek berpirs û alîgirên Nifşê Nû hatin girtin

.

Çavkaniyekî pilebilind ê serkirdayetiya Tevgera Nifşê Nû ragihand, Hêzên Asayişa Silêmaniyê 13 berpirs û alîgirên wan li baregeha wan a li Silêmaniyê girtine, dema ku xwe ji bo xwepêşandana roja Şemiyê amade dikirin.

Roja Pênşemê 4ê Tebaxa 2022an, çavkaniyekî pilebilind ê serkirdayetiya Tevgera Nifşê Nû ji Rûdawê re ragihand, “Derdora demjimêr 15:00an hêzên ewlehiyê avêtin ser baregeha Nifşê Nû ya li Silêmaniyê û hejmarek ji berpirs û alîgirên tevgerê desteser kirin ku di nav wan de du berpirsên payebilind Berdevkê Nifşa Nû Hîmdad Şahîn û endamê Encumena Bilind a Nifşê Nû Farûq Xefûr hene.”

Girtina berpirs û alîgirên Nifşa Nû piştî wê yekê hat ku Şasiwar Ebdulwehîd ji bo roja Şemiyê 6ê Tebaxa 2022an bangewaziya xwepêşandaneke giştî kiribû û çend cih ji bo xwepêşandanê li hin bajarok û navçeyan diyar kiribû.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt