Silêmanî | Çalakvanan ji bo penaberên li Rojavayê Kurdistanê dest bi kampanyaya alîkariyê kir

.

Çalakvanên Sivîl li Silêmaniyê dest bi kampanya komkirina alîkariyan kir ji bo piştgiriya bi sed hezaran malbatên kurd ên penaber li Rojavayê Kurdistanê, ji ber operasyonên leşkerî yên vê dawiyê.

Hakim Şêx Letîf, organîzatorê kampanyayê, di kongreke rojnamevaniyê de got, “Armanca kampanyayê komkirina piştgiriya aborî û manewî ye ji malbatên penaber re,” û da zanîn ku dê sê navendên bexşê li Silêmaniyê bên vekirin, li gel navendên li deverên din ên Herêma Kurdistanê.

Şêx Letîf destnîşan kir, “Em bang li her kesî dikin ku li kêleka gelê me yê li Rojava bin, ji ber ku êş û koçberiya kurdan bûye çarenûseke hevbeş li çar parçeyên Kurdistanê.”

Kurdistan Haberleri

Çar welat amadekariyan bo vekirina nûneratiyên xwe li Hewlêrê dikin
Li Zaxoyê bi 22 milyon dolaran kargeheke dermanan tê avakirin
HISÎÇA - Suryan ji bo maf û zimanê xwe rabûn ser pêyan
Nameyek girîng a Barzanî bo balyozê Amerîkayê (1965):
Deriyê xwe ji Belçîkayê re girtibû: Cîhan pesnê qelevanê Kurd dide