Silêmanî: Biryara Enqerê ya rawestandina çûnûhatên asmanî sîyasî ye

.

 Parêzgarê Silêmaniyê, di derbarê biryara rêveberîya Enqereyê ya ji bo Silêmanîyê rawestandina çûnûhata frokeyan de da zanîn ku ji bo destpêkirina çûnûhata asmanî ya di navbera bajarên Tirkîyeyê û Silêmaniyê de gotûbêjan didomînin.

Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir di daxuyanîya çapemenîyê ya heftane de: “Ji bo bidawîkirina vê rewşê em gotûbêjan didomînin, lê ev ne pirsgirêkeke yasayî, îdarî û xizmetguzarî ye, belkû mijareke ewlekarî, leşkerî û siyasî ye. Pêwîst e aliyên pêwendîdar bersiva vê rewşê bidin, ji ber ku Silêmanî cihekî aram e û firokexaneya wê jî sivîl e. Em dixwazin çûnûhatên asmanî bi Tirkîyeyê re hebin. Ji ber vê yekê em bi berpirsên Konsolxaneya Tirkîyeyê re axivîn û em hewl didin ku çûnûhatên asayî yên bi Tirkiyeyê re ji nû ve dest pê bikin.”

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle