SILÊMANÎ – Balafirên Tirkiyeyê xaniyekî sivîlan bi temamî rûxand

.

Endamê rêxistina Amerîkî CPTyê Kameran Usman ragihand, balafireke şer a Tirkiyeyê li qezaya Mawetê ya Silêmaniyê xaniyekî sivîlan rûxandiye.

Kameran Usman da zanîn ku ev êriş şeva borî saet 01:35an ji aliyê balafirên Tirkiyeyê ve hatiye kirin û xanî ji binî rûxiyaye.

Usman herwiha ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku Tirkiyeyê li herêma Baskî Qelê ya gundê Gelaleyê yê qezaya Mawetê ev xanî kiriye armanc.

Beriya êrişê bi nîv saetê ji malê derketine

Kameran Usman diyar kir ku xanî yê sivîlê bi navê Ebdulqadir Husên Tale ye û dema bombebaran Tirkiyeyê kes li malê nebûye.

Xwediyê xênî jî got ku kurê wî û çend hevalên xwe çûne malê û wan xwestiye bi şev li wê derê bimînin lê ji ber ku hewa sar bû û sobe jî nebû ew derketine û çûne maleke din.

Ebdulqadir Husên Tale anî zimên, piştî kurê wî û hevalên xwe derketine bi nîv saetê xanî hatiye bombebarankirin û bi temamî hilweşiyaye.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle