Silêmanî- 70 pirtûkên Qurana Pîroz ji mizgeftekê hatin dizîn

.

 70 pirtûkên Qurana pîroz ji mizgefteke parêzgeha Silêmaniyê hatin dizîn.

Li gor zanyariyên BasNewsê, ji Mizgefta Hacî Kerîmî Bekras a parêzgeha Silêmaniyê nêzîkî 70 pirtûkên Qurana pîroz hatine dizîn ku 25 ji wan bi zêr hatine pêçandin.

Berdevkê polîsê Silêmaniyê serbaz Serkawt Ehmed ji BasNewsê re ragehand: ‘’Me ji mamostayê mizgeftê zanî ku çend Quran ji mizgefta Hacî Kerîmî Bekras hatiye dizîn 70 Quran li gel polîs û tawanên Silêmaniyê gilî nekiriye.’’

Herwiha Serkewt Ehmed dibêje: "Em nikarin li ser vê mijarê şîrove bikin ji ber ku tu gilî nehatiye kirin û doz li cem me nîne."

BasNews

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle