Sidki Zîlan: Dixwazin Ocalan û DEM Partî, YPGyê ji bo danîne çekan îqna bikin

.

Parêzer û mafnas Sidki Zîlan da zanîn ku “Dewlet dixwaze di pêvajoya nû de Ocalan û DEM Partî, YPGyê îqna bikin ku çekên xwe dayîne”.

Parlamenterên DEM Partiyê Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder çûn Girava Îmraliyê û wan bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re hevdîtinek kir.

DEM Partiyê derbarê naveroka hevdîtinê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û got:

“Di hevdîtinê de ku pêşhatên dawî yên li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê hatin nirxandin, Birêz Ocalan ji bo senaryoyên siberoja tarî yên hatine ferzkirin, çareseriyên erênî pêşkêş kirin.”

Parêzer Sidki Zîlan ji Amedê beşdarî bultena Rûdawê bû û pirsên Hawar Celaledînê yên li ser mijarê bersivandin.

Parêzer û mafnas Sidki Zîlan ragihand ku berê destê Kurdan û PKKyê xurttir bû û niha jî li Rojavayê Kurdistanê destê Kurdan xurt e.

Sidki Zîlan da zanîn ku di pêvajoya nû de dixwazin Ocalan û DEM Partî, YPGyê îqna bikin ku çekên xwe dayîne.

Hinek xalên girîng ên ku parêzer û mafnas Sidki Zîlan anîne zimên wiha ne:

“Her çi qas înkar bike jî Qendîl hevalê Esed û Îranê bû.

Di pêvajoya nû de dixwazin Ocalan û DEM Partî, YPGyê îqna bikin ku çekên xwe dayîne.

Li çar parçeyên Kurdistanê mijara Kurdan Rojavayê Kurdistanê ye.

Tirkiye ji bo ku li Rojavayê Kurdistanê çek werin danîn ji Ocalan û DEM Partiyê alîkariyê dixwaze.

Pêwendiya YPGyê ya bi Amerîkayê re ne bi dilê Qendîlê bû.

Berê destê Kurdan û PKKyê xurttir bû.

Li Rojavayê Kurdistanê destê Kurdan xurt e.”

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

.
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Mesrûr Barzanî û Ehmed Elcerba girîngiya parastina mafên gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyeyê tekez kir
Rêjîma Îranê li 2 rojan de 23 girtî bidar vekirin
Ji cotkarên Kurd re mizgînî: Peymanên Erebên hawirde tên betalkirin