Shakira: Dilê min bi malbata Jîna Emînî û jin û keçên xwendekar ên Îranê re ye

.

Stranbêja navdar a cîhanî ya ji Kolombyayê Shakira li ser twitterê wêneyeke keça Kurd Jîna Emînî belav kir û piştgirî da xwepêşandanên keç û jinan li Îranê.

Stêrka navdar a cîhanê û xwediya 16 xelatên Grammy Shakira, li ser kuştina canjidestdana Jîna Emînî û xwepêşandanên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê yên piştî mirina wê de, bi peyamekê wêneyekî Jîna Emînî belav kir û diyar kir: “Dilê min bi malbata Mehsa (Jîna) Emînî û jin û keçên xwendekar ên Îranê û tevahiya wan kesan re ye ku ji bo azadiya derbirînê têkoşînê dikin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, beriya niha jî stêrkên cîhanî yên wek Angelina Jolie, Jessica Chastain, Bella Hadid û Justin Bieber derbarê bûyera mirina Jîna (Mehsa) Emînî de peyamên hevxemiyê dabûn û herwiha piştgiriya xwe bo xwepêşandanên keçan û jinan li Îranê nîşan dabûn.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle