Sezgin Tanrikulu: Li Tirkiyê di mehekê de 875 bûyerên îşkenceyê çêbûne

.

Li gor raporta Binpêkirinên Mafên Mirovan a Cotmeha 2022an li seranserî Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê mafê jiyanê yê 196 kesan hatiye binpêkirin û 875 bûyerên îşkenceyê çêbûne.

Parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) yê Stenbolê û Serokwekîlê Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Parlamentoya Tirkiyê Sezgin Tanrikulu raporta Binpêkirinên Mafên Mirovan a Cotmeha 2022an belav kir.

Li gor raportê mafê jiyanê yê 196 kesan hatiye binpêkirin û 875 kes jî rûbirûyî îşkenceyê û kiryarên xirab bûne ku ji wan 429 di girtîgehan de bûne.

Li gor raportê her wiha 158 karkeran jî li ser kar canê xwe ji dest dane û li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di mehekê de 38 jin hatine kuştin.

Li gor raporta Tanrikulu 20 kes ji ber bikaranîna azadiya raman û îfadeyê hatine girtin û 8 kes jî ji ber doza li dijî wan hatiye vekirin girtîne. Herwiha 25 rojnamevan hatine desteserkirin û 10 ji wan hatine girtin. Derbarê 3 rojnamevanan de jî lêpirsîn berdewam e. 7 rojnamevan û nivîskar ji ber dozên berê hatine cezakirin û 14 rojnamevan li ser karê xwe rûbirûyê êrîşê bûne.

ÇAVKANÎ: RÛDAW

Kurdistan Haberleri

Ji ber gendeliyê bi dehan parlamenter û berpirsên Îraqî hatin desteserkirin
Egîdê Kurdan di boksê de bû Şampiyonê Cîhanê
Cenazeyê Pêşmergeyekî PAKê li otelekê hat dîtin
Kurdên dîasporayê dest ji ziman û nasnameya xwe bernadin
Şîfa Barzanî: Bi piştgiriya Mesrûr Barzanî, em ziman û pirtûkên kurdî digihînin derveyî welat