Seyîdxan Kurij li Almanyayê berhemên xwe yên Zazakî dan nasandin

.

Seyîdxan Kurij bi salan e çîrokên herêma Çewlig û derdora wê, bi zaravayê Zazakî tomar dike.

Nivîskar Seyîdxan Kurij li bajarê Duisburg yê Almanyayê berhemên xwe yên bi zaravayê Zazakî yê zimanê Kurdî ji xwendevanan re dan nasandin.

Seyîdxan Kurij bi salan e li Almanya û Kurdistanê çîrokên herêma Çewlig û derdora wê, bi zaravayê Zazakî tomar dike, bi dehan pirtûkên belgeyî bi Kurdiya xwe çap kirine û çend pirtûkên din jî ji rojhilatnasan wergerandine.

Seyîdxan Kurij derbarê berhemên xwe de ji Kurdistan24ê re ragihand: “Armanca xebata me, em çand, kultûr û zimanê bajarê xwe bidin nasandin, bidin vejandin, ev kultûr, ev ziman nemire, winda nebe, bi vê ramanê em kar dikin.”

Serpêhatî û destanên mêrxasên Kurdan û şoreşên êl û eşîrên Kurdên Bakurê Kurdistanê û hin babetên evînê, mijarên pirtûkên Seyîdxan Kurij in.

Hunermend Mehmet Akbaş jî diyar dike, rewşa kilam û stranên zaravayê Zazakî, ji rewşa nivîs û axaftinê ne çêtir e.

Nivîskarên Zazakî gelek caran zehmetiyê di gihandina peyamên xwe de dibînin, ku li ser zaravayê Zazakî yê zimanê Kurdî metirsiya neman û windabûnê heye. 

Çavkanî: Kurdistan 24

Kurdistan Haberleri

Xalîd Ezîzî: em sipasiya piştgîriyên Tiramp bo pêşvebirina demokrasî li Îranê de dikin
Antonio Tajani: Em dê bi her awayî piştgiriya Herêma Kurdistanê bikin
Parlamentoya Ewropayê: Bila baregehên Amerîkayê werin girtin
Daxuyaniya yekem a Rêberê Nû yê Îranê
Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê: Êrişî baregeha me ya li Hewlêrê hat kirin