Sêyemîn roja girevgirtina seranserî, hemû bajarên Kurdistanê di girevgirtina giştî de ne

.


Piştî vê ku azadîxwaz, sazî, hizb û aliyên siyasî û medenî banghêjiyek ji bo girevgirtina giştî li sê rojên 14, 15 û 16ê Kanûna Pêşîn belav kiribûn, xelkê Îran û Kurdistanê pêşwaziyek baş kirin û dukan û bazarên xwe daxistin.


Îro roja Çarşemî 16ê Kanûna Pêşîn a 2022an, xelkê azadîxwaz û bêzarbûyî yên ji rejîma dîxtator a Îranê li bajarên wek Urmiye, Şino, Pîranşehr, Mihabad, Bane, Bokan, Dîwandere, Dêwolan, Sine, Ciwanro, Şabad, Kirmaşan, Îlam û Kamêran û…hwd, dukan û bazarên xwe daxistin û girev girtin.


Tê gotin ku li hinekî bajaran rejîma dîxtator a Îranê dikanan mor kirîye..

7 Kanûna pêşîn 2022

Kurdistan Haberleri

Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin
Barrack li ser êrişa Hewlêrê got: Em dê bêdeng nemînin
Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye