Şeybanî: Em dê bi Kurdan re welatekî ava bikin ku...

.

 Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Hesen Şeybanî diyar kir ku Kurd rastî neheqiyê hatine û got, “Em dê bi hev re welatekî ava bikin ku her kes tê de wekhevî û edaletê hîs bike.”

Piştî ku desthilata Beşar Esed nema paşeroja Kurdên Rojavayê Kurdistanê rojeveke germ e.

Heyeta Tehrîr El Şamê ya ku niha birêvebirî di destê wê de ye hîn helwesta xwe ya li ser Kurdan û mafên Kurdan zelal û eşkere nekiriye.

Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Hesen Şeybanî şeva borî bi rêya hesabê xwe yê Xê posteke bi Kurdî belav kir.

“Em dê bi hev re welatekî ava bikin”

Şeybanî got, “Civaka Kurd li Sûriyeyê ji aliyê rejîma Esed ve rastî neheqiyê hat” û da zanîn:

“Em dê bi hev re welatekî ava bikin ku her kes tê de wekhevî û edaletê hîs bike.”

“Kurd ronahiyê li cihêrengiya gelê Sûriyeyê zêde dikin”

Peyama Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Hesen Şeybanî ya bi Kurdî wiha ye:

“Kurd li Sûriyeyê bedewî û ronahiyê li cihêrengiya gelê Sûriyeyê zêde dikin. Civaka Kurd li Sûriyeyê ji aliyê rejîma Esed ve rastî neheqiyê hat.

Em dê bi hev re welatekî ava bikin ku her kes tê de wekhevî û edaletê hîs bike.”

Kurdistan Haberleri

Dr. Mecîd Heqî: 500 gavên ber bi ronahiyê
Wendy Green: Em dê pêwendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re xurttir bikin
Şeybanî û şandeyeke Îsraîlê li Parîsê civiyan
Kawa Ezîzî: Divê ENKS, MSD û HSD bibin yek
ÎYÎ Partiyê piştgirî neda pêvajoyê: Rêxistinên Mêrdînê îstifa kir