Tevî ku salên dirêj di ser têkbirina DAIŞ’ê re derbas bûne, şaneyên rêxistinê careke din li Sûriyeyê çalak bûne. Di demên dawî de, DAIŞ’ê sê êrîşên mezin birin ser hêzên hikûmeta Sûriyeyê û ev wekî nîşaneya xwe-rêkxistinkirina rêxistinê tê dîtin.
Rêxistina DAIŞ’ê ku piştî sala 2019’an kontrola xwe ya li ser erdê winda kiribû, careke din bi êrîşên çekdarî li seranserî Sûriyeyê belav dibe. Pisporên siyasî û berpirsên herêmî hişyariyê didin ku rêxistin ji aliyê îdeolojîk ve hîn jî zindî ye û valahiya ewlehiyê ya dawî ji bo xwe wekî derfetekê bi kar tîne.
Şirovekarê siyasî Xalid Cebir derbarê geşedanên dawî de diyar kir, DAIŞ wekî "dewlet" yan jî "hêzeke erdîngariyê" têk çûye, lê bingeha wê ya îdeolojîk hîn jî xurt e. Cebir destnîşan kir ku vekişîna hêzên navdewletî û amadenebûna civaka navdewletî ji bo çareserkirina doza girtiyên DAIŞ’ê, rê ji bo careke din serîhildana rêxistinê vekiriye.
Yek ji metrsiyên herî mezin Kampa Holê bû ku wekî "bombeyeke demkî" dihat pênasekirin. Berpirsê Kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şêxmûs Ehmed diyar kir, piştî vekişîna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û êrîşên hikûmetê, nêzî 15 heta 20 hezar kesên girêdayî DAIŞ’ê ji kampê reviyane û li Sûriyeyê belav bûne.
Ehmed balê dikşîne ser metirsiya "Zarokên Xîlafetê" û dibêje: "Ev nifşê sêyem ê DAIŞ’ê ye ku bi fikrê cîhadî yê radîkal hatine perwerdekirin. Niha ev komên ku ji kampê derketine, dê bibin bingeha nû ya êrîşên DAIŞ’ê li herêmê."
Li gorî çavdêran, du sedemên sereke hene ku DAIŞ careke din li Sûriyeyê xwe bi rêk dixe:
- Valahiya Ewlehiyê: Piştî guhertinên leşkerî û şerê navbera hêzên hikûmetê û komên çekdar, li gelek herêman valahiyeke mezin a ewlehiyê çêbûye.
- Vekişîna Hêzên Hevpeymaniyê: Vekişîna Hevpeymaniya Navdewletî ji gelek baregehên xwe yên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê, zexta li ser şaneyên DAIŞ’ê kêm kiriye.
Rêxistina DAIŞ’ê di daxuyaniyên xwe yên dawî de, berpirsiyariya êrîşên li dijî artêşa Sûriyeyê girtiye ser xwe û peyama berdewamiya "şerê" xwe dide. Ev rewş nîşan dide ku Sûriye dibe ku careke din bikeve bin pêleke nû ya tundûtûjiyê.
(K24)