Şêxê Durziyan: Kurd li Sûriyê 10 milyon in, em federaliyê dixwazin

.

Şêx Merwan Kîwan ku yek ji şêxên durziyên Sûriyê ye, ragihand ku çareseriya kêşeyan a li Sûriyê bi sîstema fedralî pêk tê.

Şêx Merwan Kîwan ji Welat TV re daye xuyakirin, sîstema navendî şikest anîye, lewma daxwaza me fedralî ye, tê de mafên hemûyan parastî be.

Şêx Kîwan diyar kir, “^Hejmara Kurdan li Sûriyê 10 milyon e, û rêjeya wan nîvê gelî Sûriyê ye. Em navê Komara erebî red dikin û em welatekî fedral dixwazin, ji ber ku gerantorê tekane yê bidestxistina mafên hemûyan e.”

Herwiha Şêx Merwan Kîwan ew kesê ku tomara dengî ya şaş li ser navê wî hatiye belavkirin û paşê alozî derketibûn. Kîwan li ser wê mijarê got: “Hikûmeta nû ya Sûriyê li pey belavkirina wê vîdyoyê ye, vîdyo kirin behane ji bo encamdana komkujiyên li dijî Durziyan.”

Şêx Merwan Kîwan tekez kir ku Îsraîl piştevaniya hikûmeta niha li Sûriyê dike, Em banga parastina navdewletî dikin û li ser rijd in û ev daxwaza me hemûyan e.

Kurdistan Haberleri

Îran daxwaza sîstema "S-400" ji Rûsyayê dike
Pêwendiyên PDK û YNKyê roj bi roj aloztir dibin
Serok Barzanî û Elî Zeydî bi telefonê axivîn
Dayîkên li Qamişloyê li benda zarokên xwe ne: 'Doz doza kezebê ye'
Geştên hewayî li ser rêya Kerkûk-Enqereyê ji nû ve dest pê dikin