Şêxan.. Êrîşên moşekî yên Îranê tên şermezarkirin

.

Xwenîşandanên şermezarkirina êrîşa moşekên Balistî ya Îranê bo ser Hewlêrê û şehîdkirina welatiyên sivîl li Herêma Kurdistanê berdewam in, îro li Şêxanê û Îdareya Serbixwe ya Germiyanê xwenîşandanên welatiyan ji bo şermezarkirina wê êrîşê hatin kirin.

Di wê xwenîşandanê de, bi bilindkirina wêneyên şehîdên wê êrîşa moşekî û alaya Kurdistanê, welatîyan êrîşa dewleta Îranê şermezar kirin û daxwaza danana sinorekî ji bo destdirêjiyên artêşa Pasdarên Îranê kirin.

Duh roja sêşemî Li Silêmanî, Helebce, Raperîn, Soran û Raniye xwenîşandan li dijî êrîşên Îranê hatin kirin.

Li rojên rabûrî jî li her yêk ji bajêrên Hewlêrê, Dihokê, Zaxo û Akrê û hejmareke bajarokên din yên Herêma Kurdistanê, her weha Kurdên li seranserî dinyayê, xwenîşandanên berfereh li dijî êrîşa Îranê ya li ser Hewlêrê li darxistin û tê de wan ev êrîş bi terorîst, nemirovî û bi bê hincet nav kirin.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle