Şêx Nehro daxwazê ji aliyan dike mafên Kurdan biparêzin

.

Rêberê Terîqeta Qadirî Şêx Nehro Kesnezanî daxwazê ji aliyên Kurdistanî dike, mafên Kurdan li Bexdayê biparêzin.

Şêx Nehro Kesnezanî ji K24ê re got: “Pêwîst e hemû alî hewl bidin mafên Kurdan biparêzin. Di dema borî hin tişt ji dest çûn, bi hêvî ne bi yekrêziyê bikarin wan vegerînin. Xizmetkirina miltê me girîng e û taca serê me hemûyan e.”

Got jî: “Em wek terîqeta Qadirî, em her dem li pişt miltê Kurd in. Rast e terîqet li ser xaka Kurdistanê hildaye, lê ew ya hemû neteweyan e. Em bi hemû aliyên Kurdistanî re hewl didin mafên hemû olan li Kurdistanê parastî be.”

Rêberê Terîqeta Qadirî ragihand jî: “Em piştevaniya her kandîdekî ku bikare xizmeta miletê me çi li ser asta Kurdistanê û çi li ser asta Iraqê bike dikin.”

 Kurdistan24 

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin