Şêx Murşid Xeznewî: Ez dê biçim Rojavayê Kurdistanê

.

Şêx Murşid Xeznewî ji Rûdawê re ragihand, “Ez dê biçim Rojavayê Kurdistanê.”

Şêx Murşid Xeznewî diyar kir ku wî ji bo lihevkirina partiyên Rojavayên Kurdistanê înîsîyatîvek ragihandiye.

Piştî ku Tehrîr El Şam ket Şama paytexta Sûriyeyê paşeroja Sûriye û Rojavayê Kurdistanê tê nîqaşkirin û meraqkirin.

Akademîsyen Dr. Ferîd Sedûn 11ê mehê ji Qamişloyê beşdarî bultena Rûdawê bû û pirsên Dilbixwîn Dara bersivandin.

Ferîd Sedûn da zanîn ku şandeyeke Fransa û Amerîkayê bilez gihîşte Rojavayê Kurdistanê û bi PYNKyê re civiyaye.

Sedûn diyar kir ku şandeyê ji PYNKyê xwestiye ku yekser bi ENKSyê re dest diyalogê bike.

Heta niha di navbera ENKS û PYNKyê de ti civîn nehatine kirin.

Şêx Murşid Xeznewî bû mêvanê bultena Rojava ya Rûdawê û pirsên Dilbixwîn Dara yên li ser lihevkirina partiyên Rojavayê Kurdistanê bersivand.

Şêx Murşid Xeznewî ragihand, ji bo ku aliyên siyasî yekrêziyekê ava bikin ew dê li Rojavayê Kurdistanê xwepêşandanan jî bike.

Şêx Murşid Xeznewî diyar kir ku divê Kurd bibin yek û xwîna şehîdan were hilanîn.

Hinek xalên girîng ên ku Şêx Murşid Xeznewî anîne zimên wiha ne:

“Divê tola şehîdan were hilanîn.

Ez dê li Rojavayê Kurdistanê navbeynkariyê bikim.

Ez dê biçim Rojavayê Kurdistanê û erkê xwe bi cih bînim.

Ez dê biçim û bi siyasetmedar û welatiyan re bicivim.

Ev xewna me ya dawî ye.

Sibe ez dê li Rojavayê Kurdistanê bim.

Çavê min ne li ti postên siyasî ye.

Nabe kui birêvebirî û çeka Kurdan were şikandin.”

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle