Şêwreya Mafê Mirov ya Saziya Navneteweyî, li derheq xwenîşandanên li Îranê civînek bilez lidar xist

.

Şêwreya Mafê Mirovî ya Saziya Navnteweyî li derheq serkutkirina xwenîşandanên seranserî yên Îranê ji aliyê hêzên serkutkar yên rejîma Îslamî ve, civînek bilez lidar xist û di vê civînê de Komîseriya Bilind a Mafê Mirovan daxwaz kir ku dibe bilezgînî ev hovîtî û tundûtîjiyên li dijî xwenîşanderan bên seknandin.

Herwisa di vê civînê de Cavîd Rehman raporterê taybet yê Mafê Mirov yê Saziya Navneteweyî li karûbarên Îranê de jî, lidarxistina civînek wiha “demek dîrokî” bo xelkê Îranê da zanîn.

Navbirî got: heta niha zêdetir ji 300 xwenîşander ji aliyê hêzên hikûmetî ve hatine qetilkirin ku ji vê hejmarê aliyê kêm 40 zarok in û zêde jî kir û got: Neteweyên kêm yên li Îranê bitaybet neteweyên Kurd û Belûç zêdetirîn qurbanî di vê rê de dane.

Çavkanî: Kurdistan Media

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle