Şêwekarê Rojavayî 7 pêşangeh li Swêdê vekirin

.

Şêwekarê Kurd yê ji Rojavayê Kurdistanê Xelîl Qadir, li 7 bajarên Swêdê pêşangeh vekirin.

Xelîl Qadir li ser tabloyên xwe û wateyên wan ji Rûdawê re got, “Min 427 tablo bi xwe re anîn ji bo ku ez li 7 bajarên Swêdê nîşan bidim. Uslûba tabloyên min berê tûj bûn, germ bûn. Nêrînên min ji xelkê re xurt bûn. Ez niha diwazim bi awayeke din xelkê kêfxweş bikim, wan ji şer dûr bixim.”

Xelîl Qadir li Almanya dimîne û 427 tabloyên xwe li kamyonekê bar kirine û ew birin Swêdê ji bo di pêşangehan de nîşan bide.

Xelîl Qadir diyar kir ku wî niha pêşangeha xwe li bajarê Sand Lîken yê Swêdê vekiriye û xelkê Swêdê bi hunera wî kêfxweş e.

Şêwekarê Kurd yê naskirî dibêje ew dixwaze bi tabloyên xwe jiyana xelkê xweş bike.

Xelîl Qadir yekem pêşangeha xwe li Sûriyê li bajarê Misyaf yê Tertûsê di sala 1975an de vekiribû, ew wê demê Serbazê Sûrî bû.

Şêwekar Xelîl Qadir xelkê gundê Hesê Osê yê Amûdê ye, hevjînê helbestvana Kurd Meha Bekir e û bavê 2 zarokan e.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Serokkomarê Îraqê li Hewlêrê ye
Civaka Sivîl a Kurd
Xwepêşandana mamosteyan: Divê tundûtûjî bi dawî bibe
Dêrezor: 4 şervanên HSDyê canê xwe ji dest da
ÎHD: Di girtîgehên Tirkiyê de berdana girtiyan tê taloqkirin