Şeva derbasbûyê carek din kolanên bajarên Kurdistan û Îranê bûne çepera azadîxwazan

.

Xelkê azadîxwaz yên bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê şeva derbasbûyî carek din hatine ser şeqaman û li dijî rejîmê berxwedan kirin.

Pêka dîmenên ku di nava torên civakî de hatine belavkirin, şeva derbadbûyî 10 li ser 11ê Rêbendanê, li çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê yên wek “Sine, Bokan, Kirmaşan, Kelardeşt, Tehran, Yezid, Meşhed, Şîraz, Îsfehan, Kerec, Gîlan, Kirman” û çendîn bajarên din, xelkê azadîxwaz bi dana dirûşiman li dijî rejîmê û desthilata Komara Îslamî, hilkirina agiran û girtina rêyên nava bajar carek din li çepera şeqaman amade bûn.

Li bajarê Sinê, piştî binçavkirina çend mamosteyên olî yên wî bajarî, ciwanên azadîxwaz hatine ser şeqaman û bi agiran rêyên nava bajar girtin û dirûşmên weke “şeqam ya me ye û ew şoreşe dê serbikeve, mirin bo Xamineyî, mirin bo dîktator, hemû xelkê Îranê bira ne û têhniyê xwîna rêberê rejîmê ne” dan.

Herwisa ji aliyek din ve, li çendîn texên bajarê “Tehran”ê xelk li ser şeqaman bi hilkirina agir û kombûnan kerib û kîna xwe ji rejîmê dane nîşandan û li dijî rêberê rejîmê silogan dan.

Ciwanên azadîxwaz ên bajarê “Kilardeşt”ê, benêr û posterên taybet bi 22ê Rêbendanê ku di nav bajar de hatibûne daliqandin, şewitandin.

Li bajarê “Meşhed”ê xelkê rijiyabne ser şeqaman û li dfijî rejîmê dirûşm dan.

Nûçe: Kurdistan Media

Kurdistan Haberleri

Serokê PWKyê Mustafa Ozçelîk Konferansa Li Rojavayê Kurdistanê Dinirxîne
Waltz û cîgirê xwe dest ji karê xwe berdidin
Mesrefên leşkerî li seranserê cîhanê gihîştin asta herî bilind a 36 salan
Parêzagariya Stenbolê: 384 kes di çalakiyên 1ê Gulanê de hatin desteserkirin
Akademîsyen Azad Elî: Beşeke Durziyan Kurd in