Şeşemîn salvegera şehîdên jîngehê, Şerîf Bacwer û Omîd Konepoşî

.

Li 3ê Xermanana îsla, 6 sal ji şehîdbûna şehîdên jîngehê, “Şerîf Bacwer û Omîd Konepoşî” re derbas dibe.

6 salan berî niha, li rojeke wiha de şehîd “Şerîf Bacwer û Omîd Konepoşî” li dema temirandina agir li daristanên Merîwanê ku bi sedema topbarana wan daristanan ji aliyê spaha pasdaran a terorîst ve qewimî bû, canê xwe li pêxema parastina jîngeha niştîman, fîda kirin.

Şehîd “Şerîf Bacwer” û Şehîd “Omîd Konepoşî”, 2 endamên welatparêz ên “Encume Keska Çiya” ya Merîwanê bûn û roleke girîng li parastina jîngeha Rojhilatê Kurdistanê û kultûra jîngehparêziyê de hebûn.

Her bi vê hilkeftê, 3ê Xermananê wek roja “Şehîdên Jîngehê” ji aliyê “Encume Keska Çiya” ya Merîwanê ve hatiye binavkirin û li vê rojê de yad û navê şehîd “Şerîf Bacwer” û şehîd “Omîd Konepoşî” û hemû şehîdên jîngehparêz ên niştiman, bilind û pîroz tê ragirtin.

Şehîd “Şerîf Bacwer” li destpêka dehika 70an û piştî heyameke pêwendîgirtinê digel Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bû pêşmerge û piştre bi hevahengî digel Hizba Dêmokrat, bo navxweyê welat hate şandin.

Şehîd “Şerîf Bacwer” piştî zivirîn bo navxweyê welat, endamekî herî çalak ê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bû û heta dawî çirkeyên jiyana xwe, tekoşîn li rêbaza Hizba xwe de kir.

Her bi vê sedemê, 10an car ji aliyê hêzên îtilaata rêjîmê ve hate binçavkirin û kevte ber lêpirsînan û bo heyamekê jî li girtîgehên rêjîmê de li jêr lêpirsînan de bû.

Kurdistan Haberleri

Xelatên Gera Şeşê ya Festîvala Çemçemalê ya Fîlmên Jenosîdê hatin belavkirin
Îran rêyê nade pişkinîn bo bingehên wê yên atomî bê kirin
PDK û YNK: Aloziya 2 nameyan û hewldanên Yekgirtûyê
Li Amedê krîza aborî: Hinardeya bajêr kêm bûye
Piştî bi dehan salan Kurdên Êzidî vedigerin gundê xwe yê li Şirnexê