SES: Li Dermanxaneyan dermanên dil jî di nav de gelek derman peyda nabin

.

Hevserokê Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) Husnu Yildirim ragihand ku Tirkiye rûbirûyê pirsgirêka nebûna derman bûye û dermanê sermayê jî di nav de hejmarek derman nayên peydakirin.

Hevserokê Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tendirûstî û Civakî (SES) Husnu Yildirim ji medya Tirkî re li ser pirsgirêka peydanekirina derman axivî û amaje bi wê yekê da ku dermanên dil-demar, serma, kemoterapî û tansiyona zêde nayên peydakirin.

Yildirim dibêje, li Tirkiyê nebûna derman di asteke cidî de ye û bi taybetî dermanên ku ji bo tendirûstiya mirov gelekî girîng in jî di nav de hejmareke zêde ya dermanan peyda nabin. Yildirim dibêje: “Kargeha derman a Saziya Ewlekariya Civakî ku ji bo nexweşan derman dabîn dike hat girtin. Bi vî awayî rê hat vekirin ku yekdestiya derman serbest bibe. Bihayê derman wek dixwazin zêde dikin.”

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê Wezareta Tendirustiyê ji bo kirîna dermanan, nirxê euro wek 10 lîreyê Tirk diyar kiriye û kompanyayên dermanan jî berhemanîna dermanan rawestandine û ev yek jî bûye sedem ku niha nêzîka 700 corên dermanan peyda nebin.

Li gor rêveberên odeyên dermansazan sedema nebûna dermanan Biryarnameya Tenduristiyê ya Tirkiyê ye ku bi hilberînerên dermanan re kiriye. Ji ber ku wezaretê nirxê Euro weke10 lîreyê Tirk hesab kiriye û di rastiyê de jî Euro dike 20 lîreyên Tirkî, kompanyayên dermanan derman nafiroşin dermanxaneyan. Nexweş ji dermanxaneyan destvala vedigerin.

Kurdistan Haberleri

Kurdên dîasporayê dest ji ziman û nasnameya xwe bernadin
Şîfa Barzanî: Bi piştgiriya Mesrûr Barzanî, em ziman û pirtûkên kurdî digihînin derveyî welat
Dîroka Nivîsandin û wêjeya  Zazakî | Seyîdxan Kurij Bi rêveberiya Rêber Hebûn Kombûna Zanyarên Azad
Îsraîl û Libnanê peyman îmze kir
Di peymana Îsraîl û Libnanê de çi heye?