Serokwezîrê Kanadayê: Rûsya dixwaze şer derkeve

.

Serokwezîrê Kanadayê, Justin Trudeauyî gotiye ku ger Rûsya Ûkraynayê dagir bike wê encamên wê yên cidî çêbibin.

Parlamentoya Federal a Kanadayê ji bo krîza li Ûkraynayê rû daye gotûj bike civiyaye. 

Serokwezî Justin Trudeauî ji ber ku testa wî ya Covid-19ê pozîtîf derketiye, ji mala xwe bi rêya vîdeoyê başdarî vê civîna taybet bûye.

Civîn zêdetirî du saetan dewam kiriye û Serokwezîrî bersiva pirsên parlamenteran daye. 

Trudeauyî gotiye, "Rûsya dixwaze şer derkeve. Ger Rûsya Ûkraynayê dagir bike, wê encamên wê yên cidî çêbibin.” 

Piştgiriya Ûkraynayê dikin 

Trudeauyî diyar kiriye ku Kanada perwerdeyê dide leşkerên Ûkraynayê û wê sê salên pêşiya me ev tişt dewam bike. Her weha destnîşan kiriye ku wê alîkariya darayî û ya kelûpelên leşkerî jî bidin Ûkraynayê. 

Serokwezîrê Kanadayê Rûsya hişyar kiriye û gotiye ku ger Rûsya Ûkraynayê dagir bike, ew ê li beramberî vî tiştî, dest bi pêkanîna plana cezakirinê ya ekonomîk bikin. 

Parlamenterên Partiya Kevneperest a mixalefeta sereke ji Trudeauyî xwestiye çekan bişîne Ûkraynayê lê Serokwezîrê Kanadayê ji bo vî tiştî ti planek diyar nekiriye. 

Kurdistan Haberleri

Can Azbay: Erkê me hemûyan e ku ji bo azadî û serfirazîyê, bi yekgirtina neteweyî, em Alaya Kurdistanê her dem bilind bikin
PWK: Me Bûyera 49an ji bîr nekirîye û emê ji bîr nekin
Serok Barzanî: Ala Kurdistanê sembol û nîşaneke pîroz a gelê me ye
Trump Sûriye xiste lîsteya qedexeyê
Li Bokanê pêşangeha 'Jin'ê: 40 hunermendan çanda Kurdan xêz kir