serokwezîrê Kanadayê Cejna Newroza li gelê Kurd pîroz kir

.

Bi minasebeta Newrozê Serokwezîrê Kanada peyameke vîdyoyî weşand û têde pîrozbayiyên xwe pêşkêşî neteweyên ku Newrozê pîroz dikin kir û pîrozbahi yê li gelê kurd dike û spasîya wan dike ji ber ku rola evan neteweyan li Kanada di xweşkirina welatê xwe de heye.

Di 20ê Adara 2023an de Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau bi minasebeta Newrozê li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek vîdyoyî belav kir û tê de dibêje "Di sala nû de, werin em bi hev re bixebitin da ku pêşerojek çêtir ji bo hemî Kanadayî ava bikin.”

Trudeau bi du zimanên fermî yên Kanadayê, Îngilîzî û Frensî peyama xwe belav kir û got "Kanadayî ji bo neteweyên ku rola wan di başkirina welatê xwe de heye, spasdar in. Hêviya saleke xweş xweşguzarî û tendirustî ji bo we dixwazim.”

Beriya niha jî roja Yekşemê 19ê Adara 2023an Trudeau li ser hesabê xwe yê Twitterê peyameke pîrozbahiyê weşandibû û gotibû: “Newroz wek her carê hemû civakan tîne cem hev. Newroz pîroz be! Di sala pêş de ji we re tenduristî, bextewarî û dilxweşiyê dixwazim."

Kurdistan Haberleri

Medvedev: Biryara Trump ya testa nuklerî dê bandorê li ser Rûsya bike
Îlham Ehmed: Ji bo Sûriyeyê sîstemeke nenavendî û demokratîk pêwîst e
Amerîkayê ji Neteweyên Yekbûyî xwest Ehmed Sera ji lîsteya terorê derxe
UNESCO gundekî Hewramanê ji bo lîsteya "Baştirîn Gundê Geştyariyê" pêşniyar dike
Kallas: Tirkiye hê jî aktorekî herêmî ye