Serokwezîrê Îsraîlê: Em destê aştiyê dirêjî Kurdan dikin

.

 Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu li ser rûxandina rejîma Beşdar Esed got, "Em destê aştiyê ji hemû kesên li derveyî sînorên me yên li Sûriyeyê re dirêj dikin: ji Durzî, Kurd, Xirîstiyan û Misilmanên ku dixwazin bi Îsraîlê re di aştiyê de bijîn."

Heyeta Tehrîr El Şamê ragihand ku wan Şama paytexta Sûriyeyê kontrol kiriye û Serokê Sûriyeyê Beşar Esed reviyaye.

Piştî rûxandina rejîma Beşar Esed, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahû derbarê mijarê li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir.

"Îro ji bo Rojhilata Navîn rojeke dîrokî ye"

Benjamin Netanyahu got, "Îro ji bo Rojhilata Navîn rojeke dîrokî ye.

Hilweşîna rejîma Esed, zilma li Şamê, derfeteke mezin dide lê di heman demê de bi metirsiyên girîng re jî tijî ye."

"Em destê aştiyê dirêjî Kurdan dikin"

Di beşeke din a peyama xwe de Netanyahû wiha anî ziman:

"Em destê aştiyê ji hemû kesên li derveyî sînorên me yên li Sûriyeyê re dirêj dikin: ji Durzî, Kurd, Xirîstiyan û Misilmanên ku dixwazin bi Îsraîlê re di aştiyê de bijîn."

Kurdistan Haberleri

Şandeyên Herêm û Bexdayê cîbicîkirina peymanên ewlehiyê gotûbêj dikin
Li Almanyayê pêşangeheke wêneyan a taybet bi êşên Êzidiyan hat vekirin
Li Colemêrgê zêdetirî 46 hezar mayînan hatin rakirin
PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye
Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê