Serokwezîrê Îraqê li Hewlêrê ye: Mijarên sereke çi ne?

.

Mihemed Şiya Sûdanî gihişt Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê û ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

Serokwezîrê Îraqê dê piştî temasên xwe yên li Hewlêrê derbasî Silêmaniyê bibe.

Li gorî agahiyên Rûdawê dê “petrol, avakirina hikûmeta nû û Rêya Bipêşketinê” mijarên sereke yên hevdîtinan bin.

Hat zanîn ku dê Sûdanî li ser avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê bi aliyên pêwendîdar re hevdîtinan bike û wan teşwîq bike da ku hikûmetê ava bikin.

Pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê û rêyên çareserkirina wan dê mijareke din a hevdîtinan be.

Li gorî bernameyê, Sûdanî dê saet 10:30î bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re bicive.

Mihemed Şiya Sûdanî dê pişt re bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re hevdîtinekê bike.

Serokwezîrê Îraqê dê li Silêmaniyê jî bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Newey Niwê (Nifşê Nû) re hevdîtinan bike.

Sûdanî piştî ku bûye Serokwezîr 3 caran hatiye Herêma Kurdistanê û herî dawî 9ê Çiriya Paşîn a 2023yan hatibû

Kurdistan Haberleri

Peyama Komîteya Navendî ya Firqeya Demokratîk a Azerbaycanê bi boneya avakirina hevpeymaniya partiyên Kurdistana Îranê
Rêzdar Mistefa Hicrî, bi hilkefta 8 Mars, peyamek belav kir
Li Parlamentoya Îraqê dirûşmên li dijî Amerîkayê û pevçûn: Sûdanî ferman da
Serok Barzanî: Nabe êrîşên li ser bingehên Pêşmergeyan û firotina şer bi Herêma Kurdistanê berdewam bin
PWK û HAK-PARê Li Amedê 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê Bihevre Pîroz Kirin