Serokwezîrê Iraqê li Herêma Kurdistanê ye; ew û Serok Barzanî çûne Rewandizê

.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî li Herêma Kurdistanê bi Serok Mesûd Barzanî re hevdîtinek kir û bi hev re çûne Rewandizê.

Rêvebirê Projeya Geştiyariyê ya Pank a Rewandizê Barzan Mihemed ji Rûdawê re ragihand, Îro Pêncşemê 13ê Temûza 2023an Serokê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî tevî Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên serdana projeya geştiyariyê kirin.

Li gorî agahiyên Rûdawê, Serok Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî serdana seyrangeha Bexalê jî kirine.

Li aliyê din ofîsa Mihemed Şiya Sûdanî ragihand, Serokwezîrê Iraqê bi serdaneke ku berê nehatibû ragihandin li Herêma Kurdistanê ye.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle