Serokwezîrê Îraqê: Gelê Herêma Kurdistanê pîroz dikim

.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî temambûna pêvajoya dengdana hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê pîroz kir.

Sûdanî her wiha pesnê Komîsya Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê jî da.

Mihemed Şiya Sûdanî li ser bi dawîbûna pêvajoya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.

“Gelê Herêma Kurdistanê pîroz dikim”

Mihemed Şiya Sûdanî hêviya serkeftinê ji aliyan re xwest û wiha got:

"Ji bo birêvebirina pêvajoya hilbijartinên dewreya 6an a Parlamentoya Kurdistanê, pîrozbahiyê li gelê me yê Herêma Kurdistanê ya Îraqê, Serokatiya Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hêzên siyasî û namzedên serbixwe dikim.

Berdewamkirina bijardeya demokrasiyê, rêzgirtina li nirxên demokrasiyê û baweriya bi veguhestina aştiyane ya desthilatê dabînkirina destûrê dupat dike.

“Bi vê minasebetê ji bo serkeftîbûna wê di pêvajoya hilbijartinan de, em spasiya hewlên Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan dikin.”

Sûdanî hêvî xwest ku pêdiviyên avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistana werin temamkirin da ku pêvajoya bipêşketin, hevkarî, aramî û xizmetkirina gelê Herêma Kurdistanê jî berdewam bike.

Kurdistan Haberleri

Piştî lûtkeya NATOyê, biryar li ser çekdanîna PKKê tê dayîn
Senatoya Amerîkayê desthilatên şer ên Trump sînordar kirin
Sekreterê NATOyê: Eger Îran bigihe çekên atomê dê cîhan wêran bibe
CENTCOM: Hêzên me li Rojhilata Navîn di amadebaşiya herî bilind de ne
HRANA: Îranê vê mehê 127 kes îdam kirin