Serokwezîrê Iraqê: Em hemû kêşeyên bi Herêma Kurdistanê re çareser dikin

.

Serokwezîrê Iraqê Elî Falih Zeydî ragihand, hikûmeta wî hewl dide hemû kêşeyên bi Herêma Kurdistanê re bi awayekî bingehîn çareser bike û di şerê dijî gendeliyê de jî "ti hêla wan a sor" tune ye.

Serokwezîrê Iraqê Elî Falih Zeydî îro 9ê Tîrmeha 2026an di hevdîtineke taybet de li gel kanala "Al-Arabiya", stratejiya hikûmeta xwe ya derbarê mijarên ewlehî, aborî û peywendiyên derve de aşkere kir.

Zeydî tekez kir, hikûmeta wî di daxwazkirina dosyayên gendeliyê de ti cudahiyê naxe navbera mezheb, netewe û aliyên siyasî. Zeydî got: "Gendelî tawan e. Ti hêla sor a me tune ye û ji bo tawanbaran tenê rêyek heye; ew jî vegerandina pereyên talankirî yên gelê Iraqê ye."

Serokwezîrê Iraqê diyar kir, Bexda dikare hemû kêşeyên bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re çareser bike û got: "Em bawer nakin ku kêşe bên paşxistin an jî di ser re bên derbaskirin. Armanca me ew e ku em çareseriyên bingehîn û yekcarî ji bo hemû dosyayên hilawistî peyda bikin."

Derbarê rewşa ewlehiyê de, Zeydî aşkere kir ku wan bi grûpên çekdar re dest bi diyalogê kiriye, da ku ew di paşerojê de çalakiyên xwe veguhêzin qada siyasî û civakî. Lê belê wî hişyarî da ku piştî bidawîbûna dema ku hatiye diyarkirin, "divê çek tenê di bin kontrola saziyên fermî û hêzên çekdar ên dewletê de bin."

Zeydî derbarê bazara dolar de daxuyand ku pirsgirêkên teknîkî yên derengketina dolar hatine çareserkirin û niha şandin bi awayekî asayî berdewam dike. 

Li ser asta peywendiyên derve jî van xalan destnîşan kir, Iraq û Amerîka di nêz de dê hevpariyeke nû ya aborî û siyasî di navbera her du welatan de bê ragihandin.

Amaje bi wê jî kir, Iraq hewl dide lihevkirin û nêzîkbûnê di navbera Amerîka û Îranê de çêbike. Herwiha Zeydî Siûdiyê wekî "kûrahiya stratejîk" a Iraqê pênase kir û daxwaza hevpariyeke bihêztir kir.

Serokwezîrê Iraqê bal kişand ser wê yekê ku Iraq dê di rêxistina OPECê de bimîne, lê daxwaza "pareke dadperwer" di berhemanîna petrolê de kir.

(K24) 

Kurdistan Haberleri

ROJAVA - Kurd navên xwe dixwazin
PWK: Em Elîşêr Beg û Zerîfe Xanimê Bi Rêzdarî Bi Bîr Tînin
Îlham Ehmed: Pêdivî bi parastina Kurdî û destûreke nû heye
Ehmed Şera li Enqereyê beşdarî 36’emîn Lûtkeya NATO’yê dibe
Hêmin Hewramî: Ti hincet ji bo çalaknekirina Parlamentoya Kurdistanê nemane