Serokwezîrê Herêma Kurdistanê salvegera Raperîna 1991ê ya gelê Kurdistanê pîroz kir

.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji bo salvegera Raperîna 1991ê ya gelê Kurdistanê, peyameke pîrozbahiyê belav kir û da zanîn: “Germtirîn pîrozbahî û pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemû Kurdistaniyan, bi taybet Pêşmergeyên qehreman û malbatên şehîdan dikim.”

Peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî:

Di salvegera Raperîna Adara birûmet a sala 1991ê de, germtirîn pîrozbahî û pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hemû Kurdistaniyan, bi taybet Pêşmergeyên qehreman û malbatên şehîdan dikim.

Raperîn qonaxeke dîrokî û daxwaz û peyama bihêz a gelê Kurdistanê bû ji bo redkirina zulm, dagirkerî û bindestiyê ku di encama yekgirtî û yekrêziya tevahiya xelkê Kurdistanê bi tevahiya pêkhateyên wê, hat karîn ku destkeftên mezin bêne bidestxistin, gelê Kurdistanê jî bibe xwedî dezgehên destûrî û ji bo pêşerojek baştir gav bavêje.

Yek ji peyamên girîng ên Raperîna 1991ê ew bû, gelê Kurdistanê ti carî dest ji maf û daxwazên xwe yên netewî û jiyana bi azadî û bi rûmet bernede, ji bo wê jî qurbaniyeke mezin da.

Îro jî pêwîst e hêz, partî û gelê Kurdistanê bi tevahî, bi heman biryardariya dema Raperînê, berevanî li destkeft û mafên xwe yên destûrî û mafên xwe yên rewa yên ku bi xwîna bi hezaran şehîdan hatine bidestxistin bikin.

Em gelê Kurdistanê dilniya dikin ku bi hemû awayan, berevaniyê li mafên xwe yên destûrî dikin û Kurdistan wek nimûneyeke geş a pêşkeftin, avedanî û pêkvejiyana tevahiya pêkhateyan dimîne.

Raperîna Adara 1991ê pîroz be.

Silav li giyanê pak ê şehîdên Raperînê û hemû şehîdên Kurdistanê.

Kurdistan Haberleri

Erkan Polat: Rehîn girtina pêşeroj û hêvîye...
Hoşyar Zêbarî: Kurdistan kelaya azadî û demokrasiyê ye
Bexda diheje û Amerîka li pişt operasyonê ye: Gelo dê ‘serên mezin’ jî bên eşkerekirin?
PWK: Em Şêx Seîd û hevalên wî bi rêzdarî bi bîr tînin
PÊLKURD, PSK, PWK, VEJÎN, KESAYETÎYÊN SERBIXWE LI WANÊ KONFERANSEK LI DAR XISTIN