Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Mîr û Babe Şêxê Êzidiyan kir

.

Mîr û Babe Şêxê Êzidiyan ji ber cibicîkirina komek projeyan, spasiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kirin 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 2ê Cotmeha 2021ê, pêşwazî li Mîrê Êzidiyan Mîr Hzim Tehsîn Beg û Babe Şêxê Êzidiyan Şêx Elî Şêx Îlyas kir.

Di hevdîtinê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî pabandbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi xizmetkirina zêdetir a Êzidiyan dubare kir ku wek her dem piştevan û berevanîkara bihêz a mafên wan dibe. Tekez kir jî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê her hewlekê dide ji bo bi hevkarî û hevahengiya Hikûmeta Federalî û civaka navdewletî, Şingal bê avedankirin û koçber bi serbilindî vegerin ser cih û warên xwe.

Mîr û Babe Şêxê Êzidiyan ji bilî amajedana bi girîngiya cibicîkirina rêkeftina Şingalê û asayîkirina rewşa navçeyê, spasiya Serokê Hikûmetê kirin ji bo dayîna razemendiyê li ser komek projeyên xizmetguzariyê ji navçeyên wan re, ji wan jî, di çarçoveya guhartinên îdarî yên li sînorê parêzgeha Duhokê de her komelgeh Xankê û Şarya bûn nahiye.

K24

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn