Serokwezîrê Herêma Kurdistanê gihîşt Washingtonê

.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 17ê Gulana 2025an, li ser vexwendina fermî ya hikûmeta Amerîkayê û bi serokatiya şandeke payebilind, bi serdaneke fermî gihîşt Washingtonê.

Li gorî bernameya serdanê, tê payîn ku Serokwezîr Barzanî li gel berpirsên payebilind ên hikûmeta Amerîkayê û endamên Kongressê rêze hevdîtin û civînan pêk bîne. Herwiha, di rojeva serdanê de gotûbêjkirina pêşxistina têkiliyên aborî û bazirganî li gel veberhêner û karsazên Amerîkî jî heye.

Mijareke sereke ya gotûbêjên Serokwezîr Barzanî li gel berpirsên Amerîkî, dê li ser bihêzkirin û berfirehkirina zêdetir a têkilî û hevpariya stratejîk a di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de be. Di heman demê de, dê guhertin û pêşhatên dawî yên rewşa giştî ya Iraqê û navçeyê jî bên nirxandin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî dê beşdarî gotûbêjeke taybet a Foruma Enerjiyê ya li Washingtonê jî bibe, ku bi sernavê "Paşeroja Enerjiyê li Herêma Kurdistanê" tê lidarxistin. Di vê forumê de, Mesrûr Barzanî dê nêrîna Herêma Kurdistanê ya ji bo pêşxistina sektora enerjiyê pêşkêş bike û ronahiyê bixe ser derfetên veberhênanê yên di vî sektorî de.

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle