Serokwezîrê Herêma Kurdistanê gihîşt Enqerê û dê bi Erdogan re bicive

.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi serdanekê gihîşt paytexta Tirkiyê bajarê Enqerê û dê bi Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re bicive.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwiha di vê serdana xwe de dê bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan û hejmarek berpirsên din ên hikûmeta Tirkiyê re jî hevdîtinan bike.

Li gor zanyariyan, peywendiyên navbera Hewlêr-Enqerê û pêşxitina wan peywendiyan, rewş û geşedanên li Iraq û navçeyê dê mijarên sereke yên civînên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê yên bi rayedarên Tirkiyê re bin.

Tê nûkirin….

Kurdistan Haberleri

Parêzgarê Hisîçayê di derbarê entegrasyonê de agahiyên nû dan
Qubad Talebanî: Êrişkirina ofîsa Serokwezîr binpêkirina serweriya Îraqê ye
Nêçîrvan Barzanî êrişa li ser ofîsa Serokwezîr şermezar kir
Baregeha Barzanî: Dron û mûşek pirsgirêkan çareser nakin
PWK LI ALMANYAYÊ BEŞDARÎ PÎROZBAHÎYA 80 SALÎYA PDKYÊ BÛ