Serokwezîrê berê yê Japonyayê Shinzo Abe hat kuştin

.

 Serokwezîrê berê yê Japonyayê Shinzo Abe piştî êrîşa çekdarî ya îro ji ber dijwariya birînê, can da.

Televîzyona fermî ya Japonyayê NHK û ajansa Jiji mirina Shinzo Abe piştrast kirine.

Li gor Kanala NHK diyar kiriye, polîsên Japonyayê piştî teqekirina li Shinzo Abe, girtin ser mala kesê gumanbar.

Serokwezîrê berê yê Japonyayê Shinzo Abe îro li bajarê Nara li rojavayê wî welatî di dema birêvebirina kampanyayeke hilbijartinê de, rastî bûyereke teqekirinê hatibû û bi giranî birîndar bûbû.

Abe ji bo piştgirîkirina kampanya hilbijartinê ya namzedê Partiya Lîberal Demokrat gotarek pêşkêş dikir û kesekî ji pişt ve gule bera wî da.

Li gor hat zanîn, kesê êrîşkar hatiye desteserkirin û li gor medyaya Japonyayê navê wî Yamagami Tetsuya û 41 salî ye.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Shinzo Abe di navbera salên 2012-2020 de serokwezîrê Japonyayê bû. Abe du sal berê ji ber sedemên tenduristiyê dev ji postê xwe berda.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin