Serokwezîrê berê yê Îtalya Silvio Berlusconi di 86 salîya xwe de canê xwe ji dest da.
Berlusconi yê ku bi penceşêrê ketibû roja Înê ketibû nexweşxaneyeke Mîlano.
Ajansa nûçeyan ya Îtalya, Ansa mirina Berlusconi ragihand.
Ew di sala 1994’an de ketibû sîyasetê û wî 4 caran serokwezîrîya Îtalya kiribû.
Berlusconi bi skandalên seks û perexwarinê jî di rojeva Îtalya de bû.
Ajansa nûçeyan ya Reutersê dîyar kir ku mirina Berlusconi dikare di mehên pêş de zararê bide îstiqrara sîyaseta Îtalya.
Partîya Forza Italiya ya bi rêberîya Berlusconi parçeyeke koalîsyona hikûmeta niha ya rastgir e.
Jêder: Reuters
Kurdistan Haberleri
Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle