Serokwezîrê Belçîkayê: Pêwendiyeke me ya baş ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê heye

.

Serokwezîrê Belçîkayê Alexander De Croo ji Kurdistan24ê re ragihand, pêwendiyeke wan a baş ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê heye û çavê wan li wê yekê ye ku pêwendî û hevahengiyên xwe yên ligel Hikûmeta Herêmê berfirehtir bikin.

Alexander De Croo destnîşan kir ku berjewendiya wan a hevbeş ligel Herêma Kurdistanê heye û parastina asayîş û seqamgîriya navçeyê jî ji bo hemûyan girîng e.

Serokwezîrê Belçîkayê diyar kir: “Me ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çendîn waran de kar kiriye, ji wan vegerandin û azadkirina zarokên Beçîkî yên li sînorên Sûriyê, ji bo vê mebestê jî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hevkarekî baş bû, em ji wan alîkariyan kêfxweş in.”

Herwiha destnîşan kir: “Berjewendiyên me yên hevbeş hene di parastina asayîş û seqamgîriya navçeyê de, ev jî ji bo me hemûyan girîng e, şiyan û daxwaza heye ji bo berfirehkirina pêwendiyên bazirganiyê, bêguman hebûna asayîşê ji bo bazirganiyê girîng e.”

Alexander De Croo dibêje: “Em ji ber vê pêwendiya me ya ligel Herêma Kurdistanê heye kêfxweş in û çavê me li wê yekê ye ku em pêwendî û hevahengiyên xwe zêdetir bikin.”

K24

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt