Serokwezîrê Almanya Banga Berfirehkirina YE Dike

.

Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz îro Şemîyê li Berlînê banga Yekîtîya Ewrupa (YE) ya berfireh kir.

Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz ev bang di kongreya Partîya Sosyalîstên Ewrupî (PES) ya li Berlînê da.

Olaf Scholz dîyar kir ku ger niha yekîtîyeke berfireh ya Ewrupa heba, wê hingê ewê çêtir bikariba giranîya xwe bida ser kêşeyên cîhanî.

"Ewrupake bi 30, 36 dewletan, bi zêdetirî 500 mîlyon welatîyên azad û wekhev, dikare giranîya xwe li cîhanê hîn bi hêztir bike," Scholz got.

Ji dema ku Scholz dest bi kar kiriye vir ve, wek planeke serekî ya siyaseta xwe ya derve, berfirehbûna YE dixwaze.

Scholz dibêje ku dive welatên Balkan û yên din jî wek endamên YE werin qebûl kirin.
Ukrayna, piştî destpêkirina dagirkirina Rûsya ya di 24’ê Sibatê de, bo endamtîya YE serî lê da û Scholz jî pirtir caran banga xwe ya berfirehbûna YE tine ziman.

"Ez pêbawerê firehkirina YE me. Jiber ku ger YE ber bi rojhilat ve mezin bibe, wê bo me hemûyan serkeftineke be," Scholz got.

Niha 27 endamên Yekîtîya Ewrupa hene.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin