Serokwezîra Brîtanyayê dest ji kar berda

.

Serokwezîra Brîtanyayê Liz Truss piştî 45 rojan ji destbikarkirinê, îro dest ji kar berda.

 Serokwezîra Brîtanyayê Liz Truss piştî 45 roj ji destkarkirinê, îro dest ji kar berda.

Seroka Partiya Muhafazakar û Serokwezîra Brîtanyayê Liz Truss destjikarkişandina xwe ragihand û got: “Heta hefteyekê ez ê li ser karê xwe bim, da ku kesekî din li şûna min were destnîşankirin.”

Liz Truss diyar kir: “Hikûmeta min rastî neseqamgîriyeke mezin a aboriyê ya navdewletî bûye, ez li xwe mikur têm ku bi liberçavgirtina vê rewşê, ez nikarim wan erkên ku di stûyê min de ne, cîbicî bikim.”

Hefteya borî, medyaya Brîtanyayê ragihand, 100 parlamenterên Partiya Muhafazakar amadebûna xwe nîşan dane ku nameya vekişandina mitmaneyê ji Serokwezîra Brîtanyayê Liz Truss pêşkêşî Serokê Lijneya Partiya Muhafazakar bidin.

Liz Truss di bangeşeya hilbijartinan de ji bo postê serokwezîriyê, soza kêmkirina bacê ji welatiyan re dabû, lê belê çend hefte piştî destbikarkirinê, Wezîrê Darayî yê kabîneya xwe Kwasi Kwarteng ji postê wî dûr xistibû û Jeremy Hunt wek Wezîrê Darayî destnîşan kiribû.

Vê yekê jî nerazîbûn li pey xwe anî û endamên partiya wê, xwestin wê ji postê serokwezîriyê dûr bixin. Planên darayî yên Liz Truss, qeyrana siyasî û necîgirbûna bazarê zêdetir kir û li ser asta navdewletî jî karvedanên vê yekê li pey xwe anî.

Kurdistan Haberleri

Bêrîvan Aymaz: Ez dixwazim berpirsiyariya bajarê Kolnê bigirim ser xwe
Midyad: Kurdên Êzidî piştî bi dehan salan vedigerin warê bav û kalan
PWK Ewropa: Em êrîşa ser Mîrê Rûhanî yê Êzîdîyan Mîr Hazim Tahsîn Beg bi dijwarî şermezar dikin
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (326)
Gundî li hemberî DEDAŞê rabûn ser pêyan: Rêya Amed û Mêrdînê hat girtin