Serokwezîr Mesrûr Barzanî gihîşte Bexdayê

.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Çarşemê 11.01.2023an bi serokatiya şandeke pilebilind a hikûmetê gihîşte Bexdayê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Bexdayê bi her çar serokatiyên Iraqê, Serokomar Letîf Reşîd, Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî, Serokê Encûmena Nûneran Mihemed Helbûsî û Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê Fatiq Zîdan re dicive.

Di civînan de, guftûgo li ser çareserkirina kêşeyên hilawîstî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de, li ser binemaya destûr, rêkeftina aliyan a ji bo pêkanîna hikûmetê û karnameya wezarî bên kirin.

Her wiha dê li ser pêşxistina hevkarî û hevahengiya di navbera her du aliyan de, ji bo rûbirûbûna pirsgirêk û astengiyan û çareserkirina wan gotûbêjan bên kirin.

K24

Kurdistan Haberleri

Amedspor derbasî Lîga Super bû
Rejîma Îranê du xortên Kurd li Urmîyeyê îdam kirin
Konsulê Çînê: Di paşerojê de em ê otomobîlan li Herêma Kurdistanê dirust bikin
Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne
CENTCOM: Me rê li ber 45 keştiyan girt