Serokwezîr Mesrûr Barzanî gihîşt Qeterê

.

 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 15ê Sibatê roja Sêşemê bi serdaneke fermî gihîşt paytexta Qeter Dohayê û bi ala Kurdistanê û gulan hat pêşwazîkirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Balafirgeha Navdewletî ya Doha ji aliyê Wezîrê Derve yê Qeterê ve hat pêşwazîkirin.

Mesrûr Barzanî li ser vexwandina fermî ya Mîrê Qeterê  Şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî, ligel şandeke bilind a Kurdistanê serdana Qeterê dike û wê di vê serdana xwe de bi berpirsên Qeterê re çend hevdîtinan pêk bîne.

Serokwezîr Barzanî beriya niha serdana welatên Îmarat û Behreynê jî kiribû û berpirsî wan welatan re li ser mijarên bazirganî, aborî, veberhênan û çend babetên dualî hevdîtin pêk anîbûn.

Hat ragihandin ku armanca sereke ya Serokowezîr Mesrûr Barzanî û kabîneya nehem ji bilî pêşvebirina pêwendiyên siyasî, bihêzkirina pêwendiyên aborî, tevgera bazirganî, handana kompanyayên Îmarat, Behreyn û Qeterê ye ji bo veberhênana zêdetir di sektorên cuda de li Herêma Kurdistanê bikin.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin