Serokwezîr: Hunermend dikarin dîrok, êş û azarên gelê me bi rêya şanoyê bigihînin cîhanê

.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, beşdarî merasîma vekirina Festîvala Sedsaliya Şanoyê li Hewlêrê bû û di gotara xwe ya merasîmê de diyar kir, şano roleke wê ya girîng di perwerdekirina civakan de heye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî da zanîn: “Îro bîranîna sed saliya peydabûna tevegera şanogeriyê li Hewlêrê ye û ji bo cara yekem li dibistana Erbîl El-Ola bû ku cara yekem bû li Herêma Kurdistanê serî hildide.”

Herwiha Serokwezîr eşkere kir: “Hewlêr yek ji kevintirîn bajarên cîhanê ye û jiyan tê de berdewam e. Yekem şangerî li Hewlêrê li ser mêrxasî û dadperweriya rêberê Kurd Selahedîn Eyûbî bû ku li gor jêderan ew ji gundê Diwîn ê ser bi Selahedînê ve bû.”

Mesrûr Barzanî destnîşan kir, şano yek ji hunerên herî kevn ên dîrokê ye û şano roleke wê ya girîng di perwerdekirin û ronahîkirina civakan û ronîkirina hemû babetên jiyanê de heye.

Serokwezîr Mesrûr herwiha eşkere kir: “Hunermend dikarin dîrok, êş û azarên gelê me bi rêya şanoyê bigihînin civaka navdewletî û cîhanê.”

Di berdewamiyê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekez kir, Hikûmet ji bo piştevanîkirina hunermendan dudil nabe û amaje bi wê yekê kir ku Kurdistan di krîzeke aborî de derbas bûye û heta niha jî bandorên wê diyar in.

Wezareta Rewşenbîrî û Lawan a Herêma Kurdistanê serpereştiya festîvalê dike û bi vê boneyê şanoya “Selahedîn” li Hewlêrê li hola şanoyê ya Rêveberiya Hunera Şanoyê tê nîşandan.

Festîvala Sedsaliya Şanoyê, îro roja Çarşemê destpê dike û wê sê rojan berdewam be.

Kurdistan Haberleri

PWK: Em Çêr û Heqaretên Li Hemberî Leyla Zanayê Hatine Kirin Şermezar Dikin
Berdevkê ENKSê: Bêyî naskirina mafên Kurdan, aramî li Sûriyeyê pêk nayê
Lêxwedîderketina Alaya Kurdistanê, lêxwedîderketina ked, têkoşîn û bedelên gelê me û şehîdên me ne
Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Can Azbay: Erkê me hemûyan e ku ji bo azadî û serfirazîyê, bi yekgirtina neteweyî, em Alaya Kurdistanê her dem bilind bikin