Serokwezîr Barzanî û Borîs Johnson civiyan

.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson re dest bi civînê kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, derbasî ofîsa Serokwezîriya Brîtanyayê bû û ji aliyê Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson ve bi dilgermî hat pêşwazîkirin.

Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson di pêşwaziyê de got ku pêwendiyeke wan a girîng ligel Herêma Kurdistanê heye. Johnson da zanîn ku herî dawî dema ew Şaredarê Londonê bûye, wî serdana Hewlêrê kiriye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî di axaftina pêşwaziyê de kêfxweşiya xwe ji hevdîtinê anî zimên. Serokwezîr Barzanî got, “Ez kêfxweş im em ê li vê derê li ser berjewendiyên me yên hevbeş û pêşxistina pêwendiyan gotûbêjê bikin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, piştî hevdîtina li paytexta Brîtanya Londonê ya ligel Serokwezîr Borîs Johnson, li ser hesabê xwe yê medya civakî peyamek belav kir.

Serokwezîr Barzanî, di peyama xwe ya li ser Twitterê belav kiriye de, kêfxweşiya xwe ya bo şirîkatiya bihêz a ligel Brîtanyayê anî ziman û got, “Min spasdariya xwe ya ji bo dostaniya bi gelê Herêma Kurdistanê re û lîdertiya herêmê ya Brîtanyayê anî ziman.”

Herwiha Mesrûr Barzanî destnîşan kir, “Em xwedî rojeveke hevpar in, bi hêza tevahiya gelê Iraqê di rewşeke baştir de bibînin.”

Kurdistan Haberleri

Wezareta Navxwe: Kesên ku çekên Amerîkayê birine dixwazin rastiyan veşêrin
Di navbera pêwîstiya Kurdan û nêrîna Hikumeta Demkî de statuya zimanê Kurdî
Îraq: Hinardeya petrolê ya Herêma Kurdistanê dikare bigihîje 500 hezar bermîlan
Nêçîrvan Barzanî û Elî Zeydî: Divê hikûmeta nû xizmeta hemû pêkhateyan bike
Amedspor derbasî Lîga Super bû