Serokwezîr Barzanî, ligel Balyozê Rûsyayê civiya

.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêşwaziya Balyozê Rûsyayê yê li Iraqê kir. Hat ragihandin ku Serokwezîr Barzanî di civînê de bal kişandiye ser şerê navber Rûsya û Ukraynayê û xwestiye ku kêşe bi rêya diyalogê werin çareserkirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, îro ligel Balyozê Rûsyeyê yê li Îraqê Elbrus Kutrashev re civiya. Hat ragihandin ku di civînê de rewşa şerê navbera Rûsya û Ukraynayê jî hatiye nirxandin û Serokwezîr Barzanî xwestiye ku her kêşe bi rêya diyalogê bên çareserkirin. Konsulusê Giştî yê Rûsyeyê yê li Herêma Kurdistanê Olig Levin jî di civînê de cihê xwe girt û di derbarê rewşa Iraq û deverê de nirxandin hatin kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, bi rêya hesabê xwe yê fermî yê tora medyaya civakî, serdana hatiye kirin ragihand û got: “Îro sêşem, 10ê Gulana 2022an, me pêşwaziya Balyozê Rûsyeyê yê li Iraqê Elbrus Kutrashev kir. Di mijareke din a civînê de me di derbarê şerê navbera Ukrayna û Rûsyeyê û bandorên şerê heyî ya li ser aboriya cîhan û rewşa jiyana welatiyan nîqaş kirin û me tekezî li ser girîngiya dawîlêhanîna şer û çareserkirina kêşeyan a bi bi rêya diyalog û dan û stendinê kir.”

Kurdistan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: Xelata ‘Alîgirê Herî Baş’, li alîgirên tîma Zaxoyê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be
Kurdan dest da hev û Zaxo li cîhanê bû yekem
Trump: Hîn jî baweriya min bi Ehmed Şer heye
Serok Barzanî bi şandeyeke Partiya Komunîst a Çînê re civiya
Bernard Henri Levy: Dewleta Kurdî tekane kilîta aramiya Rojhilata Navîn e