Serokwezîr Barzanî: “Kes ne di ser qanûnan de ye”

.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di civînekî taybet de ku tê de wezîrê karên hundir yê Herêma Kurdistanê, parêzger û rêvebirên serbixwe amade bûn, serperereştiya civînê kir û axifî. Barzanî di axaftina xwe de li ser projeyên wezareta karên hundir yên di derbarê trafîk, ewlehî û xebatên ji bo hûzûra xelkê Kurdistanê ne, axifî.

Barzanî got ku divê qanûn ji bo herkesî wek hev bên bicîhanîn û nabe ti kes di ser qanûnan (yasayan) de be. Ew kesên ku li dijî yasayan tevdigerin, divê bên cezakirin. Mesrûr Barzanî ragihand ku wezareta karên hundir yek ji wezaretên serkeftiye, wezaret bi konseya ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê re bi koordîne dixebite û bi xêra vê cûre xebatê, Herêma Kurdistanê di herêmekî ne bi ewle de, herêmekî bi ewleye.

Barzanî ragihand ku kesên jiyana xelkê tehdîd dikin, li hemberê jinê şiddetê dikin, bazirganiya maddeyên hişbir dikin û kesên dixwazin mêzêna xelkê Kurdistanê biroxînin, divê bi cezayên giran bên cezakirin.

Her weha serokwezîr behsa zêdebûna qezayên trafîkê kir û got kesên li pey qaîdeyên trafîkê naçin, divê bên cezakirin, di dezgeyên fermî de xelk bi awayekî herî baş bê pêşwazîkirin û ji wan re xizmet bêkirin.

Kurdistan Haberleri

Newroz îsal zû hat Danîmarka yê
Heyeta PWKyê Li Amedê Seredana Mamoste Îsmaîl Beşîkçî Kir
Wezîrê Parastinê yê Brîtanyayê: Tîmeke me ji bo têkbirina dronên bombebarkirî li Hewlêrê ye
Umêd Xoşnaw: 6 leşkerên Fransayê birîndar bûne
Mucteba Xamineyî: Em dê şer bidomînin û tola xwe hilînin