Serokwezîr Barzanî: Em ê di demeke nêzîk de gazê hinardeyî Tirkiye û Ewropayê bikin...

.

 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Duşemê iya di Korbenda Cîhanî ya Enerjiyê ku li Dubey birêve diçe, gotarek bi sernavê “Pêşvebirina Enerjiyê, Hinardekirin û Pêşeroja Herêma Kurdistana Iraqê” pêşkêş kir û destnîşan kir, dahatu li ser enerjî tê avakirin û got, "Em jî endamekî aktîf ê civaka navdewletî ne."

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di gotara xwe de destnîşan kir; “Piştrast im ku Herêma Kurdistanê dibe çavkaniyeke girîng a enerjiyê li cîhanê. Em dê di demeke nêzîk de gaza sirûştî hinardeyî Iraq, Tirkiye û Ewropayê bikin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di gotara xwe de got, piştî pêncî salî Îmaratê her du armancên xwe pêk anîn, ew welat hêzê dide hemû herêmê û serkirdatiya wê jî bi awayekî jîrane çavkaniyên xwezayî û karînên mirovî bi kar tîne.

Mesrûr Barzanî diyar kir: “Di her pêngava roja we de, enerjî bi berdewamî û rasterast hatiye bikaranîn, li cîhanê ti welatekî din bi vî awayî bi bandor nebûye di bikaranîna enerjiyê weke binemayekê ji bo avakirina welat.”

Serokwezîr Barzanî da zanîn: “Dixwazim spasiya Wezîrê Enerjiyê yê Îmaratê Suhêl Mihemed El Mazrouei û Serokê Encûmena Atlantic Frederick Kempe bikim ku ez vexwandim dest bi vê lûtkeyê bikim ku di demeke guncaw de hatiye. Herwiha spasiya rêkxerên vê korbendê dikim ji bo sazkirin û komkirina me hemûyan li vir.”

Mesrûr Barzanî got: “Di heyama kêmtir ji mehekê de, ev cara duyem e ez li vir im, bi armanca dirustkirina pêwendiyên cidî, herwiha ji bo fêrbûna ji ezmûna we. Di her pêngaveke vê serdanê de, min guftûgoyên tijî zanyarî ligel serkirde û bîrmendan kir.”

Herwiha Mesrûr Barzanî da zanîn: “Gelek nêrînên me yên hevbeş hene. Em welatiyên xwe diparêzin û xizmeta wan dikin. Di heman demê de jî, penagehê ji xelkên din re pêşkêş dikin. Em endameke aktîf a civaka navdewletî ne û kar ji bo dabînkirina pêşerojeke baştir dikin.”

K24

Kurdistan Haberleri

Nêzîkî 700 hezar ciwan di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de kar dikin
Medya Rûsî: Deshilata Şamê ji Rûsyayê xwest polîsê leşkerî vegere nav Sûriyê
Sûriye û Iraqê li hev kir: Xeta boriya petrolê ya Kerkûk-Banyasê wê bê nûkirin
SANA: Di pevçûna ligel HSDê de leşkerekî Sûrî hate kuştin
Di civîna Urdinê de ji bo Siwêdayê 4 biryar hatin dayîn