Serokwezîr Barzanî bi boneya 1ê Gulanê peyamek pîrozbahiyê belav kir

.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya Roja Cîhanî ya Karkeran peyameke pîrozbahiya arasteyî karkeran kir û ragihand, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi girîng, rêz û pêzanîn ve li rola, xizmet û westana karkerên Kurdistanê di avedankirina jêrxaneya aborî ya Herêma Kurdistanê de dinêre.”

Peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî:

Bi boneya Roja Cîhanî ya Karkeran, germtirîn pîrozbahiyan arasteyî karkerên Kurdistanê û tevahiya karkerên cîhanê dikim.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi girîng, rêz û pêzanîn ve li rola, xizmet û westana karkerên Kurdistanê di avedankirin û geşepêdana jêrxaneya aborî ya Herêma Kurdistanê de dinêre û pabendbûna xwe bi parastina mafên karkeran, dabînkirina jiyaneke baştir û şert û mercên karkirinê yên libartir û tendirustir ji wan re dubare dike.

Roja Cîhanî ya Karkeran pîroz be

Kurdistan Haberleri

Serok Barzanî: Pêşmerge û fedaîyên welat amade ne bersiva her gefê bidin
Gurgîn Bakircioglu li Parlamentoya Swêdê bi cil û bergên Kurdan sond xwar
Mahmut Alınak: Ez sûcê dewletê li pêş dîwana adaleta dîrokê eşkere dikim
Mihemed Sîdo: Em hewl didin şaxên Zanîngeha Helebê li Efrînê vekin
WST: Amerîka pergalên xwe yên parastinê li Hewlêr û Bexdayê dihêle